min bi xwîna dil mivîsî, reþbelek bo yarî ma
bi dilovanî sivik bik, tu li mil min barî ma
çunkî zaro me, dibin barê evînê zorî ma
beske xeþmê tu li min, da ey þah û xunkarî ma
ez bi nalîn û fîxan im, bê seman im þev û roj
min bi zarotî evînî, bi xwe kir armanc û kar
min nizanî keyse dildarî, ne ku soz û qerar
ez evîndar im tenê, îro gulek nakî bihar
zulfê sor dûpiþkê tev jehr in û ebrû tîremar
pir wekî min dil digestin, ez bi jan im þev û roj
sed mela û þêx bi berbejn û niviþt û qelema
Feqiyê Teyran bi qêrîn ku ji ber av û çema
Rustemê zalê bi þûr û gurz û mertal û rema
Bên bihan im naþikînim leþkerê derd û xema
Ketme tora dilberan ez bi fîxan im, þev û roj
Ma gelo dîsa bibînim her wekî dewra berê
Bejn û bala wê þepalê, zulf û bisk û temberî
Geþ bibî pêta evînê þewq û pertew jê herî
Da bi merdî dil bi soz im, ez li ser wî agirî
Ez ne poþman im tu carî, vînperest im þev û roj
Qehremanên dewleta Medî, Kîtanî û Horiyan
Herqelê Romê di gel dehqanê Hind û Ariyan
Padîþahê textê Faris, Kesrewê Îraniyan
Tev dibin darê te bin taca serê þah û keyan
Rû bide Tîrêj hevalê bê hedan im, þev û roj
hozan mezen we heja : Seydayê Tîrêj