Dengbêj û dilşewitiyê Kurdistanê Mihemed Şêxo... Ev navê he li her derê Kurdistanê bi dilsozî tê bîranîn. Ji ber ku M. Şêxo jiyana xwe tevek bo serxwebûna Kurdistanê borand. Mixabin, wî serê xwe bi kûl û xeman ve danî... Wî Kurdistana xwe ya azad nedît. .. Ev yeke weke birînekê ma di dilê wî de... Heyf û sed mixabin..
http://mitglied.lycos.de/duhokadasnya/Shexo1.jpg
Mihemed Şêxo di sala 1948´an de li gundê Xecokê, bajarê Qamişlo, Kurdistana Suriyê hate dinê. Cû dibistanê, heya sinifê 9´an xwend. Piştre mala bavê wî cihwarî Qamişlo bû. Sala 1969´an wî berê xwe da Beyrûdê, Lubnanê, û li wir di Navenda Xwendina Muzîkê de dest bi xwendina muzîkê kir. Li wir, wî bi stranên xwe yên kurdî beşdarî gelek konsertan bû. Sala 1972´an berê xwe didê Qamişloka xwe û li Rimêlan, li navenda petrolê dest bi kar dikê. Di eynî caxî de M. Şêxo bû serokê Komika Muzîkê. Sala 1974´an M. Şêxo berê xwe didê Kurdistana Iraqê û li ba rehmetiyê Barzaniyê Nemir heya şikestina şoreşê dimînê. Piştre ew jî mîna hemu Kurdên li wir mecburî derketinê dibê û derbasî Îranê dibê. Li wir ew dibê mamostê zimanê erebî. Ji wir jî dizewicê.
Û sala 1983´an careke din ew divegerê Qamişloka xwe ya rengîn. M. Şêxo jiyana xwe tevek bi hêviya yekbûna Kurdan, azadkirina Kurd û Kurdistanê borand. Di hemu gotinên stranên wî de felsefeyek Kurdistanî heye. Her gotineke wî dihêlê ku yek bi kûr, dilkûlî û bi evînî li ser rewş, dîtin û karûbarên me Kurdan bo Kurdistanê biponijê û em ji xwe re, di ber xwe de hem eşkere hem jî di dilê xwe de bigirîn, rondikan (hêsîran) bibarênin...
Bi kurtî di her gotineke M. Şêxo de cirûskek azadiyê, dilopek jiyanê, pêşmergeyek bênav heye...Gotinên wî li ser mirov disidînin ku mirov bibê insaneke pak, Kurdistanî, dilsoz û dilxwazê hevûdu, yên mirovan, mirovatiyê... Ew, di hemû stranên xwe de -cendî ku bi eşkere nagirî- lê ew di dilê xwe de bo me hemû Kurdan digirî, dinalê... Ew xweş pê dizanê ku em Kurd di ci hal û pergalî de ne. Bo vê yekê jî ev yeke hertim axînek bû bo dilê wî yê birîndar e... Gava yek guhê xwe bidê stranên wî, divê mirov bala xwe bidê ne hema hevoka, meqamê stranê, lê divê yek xweş bala (dêhna) xwe bidê gotinên wî. Ji ber ku her gotinek wî hevokeke (cumleyeke), rûpeleke, pirtukeke, pirtukin, helbestin...Her gotineke wî Kurdistaneke...
Lê sed mixabin dilsoz û evîndarê Kurdistanê M.Şexo jiyana xwe tev bi feqîrtî, bê peretî; jiyaneke bi kûl û elem derbas kir. Carna nanê rojê di mala wî de nebû û ev yeke bala kesî ne kişand. Wî alikariyek ji dil û can ji aliyên me Kurdan ve ne wergirt. Hertim mirov digot ...ciqas dengê wî xweş û şêrîn e, lê belê kesî ne digot ...gelo ma M. Şêxo cawa dijî ?, nanê wî yê rojê heye yan na?. Ez xweş bawerim ku me Kurdan M.Şêxo gelek fêhim kiriyê, lê belê me li pêşberî wî wezîfa xwe pêk ne aniye? me di aliyê wî de gelek xemsarî, kêmsarî kiriye. Halbûkî wî jiyana xwe tevek bo qenciya me borandiye...
Dilê M. Şêxo di destpêka adara 1989`an de ji hemû kûl û derdan êşa û ew kete di nexweşxana Qamişloka bavûkalên xwe de... li gor saloxan li wir ew bêguhdarî ma, ango ji qestî alîkariya wî ne hate kirin da ku ew vê dilêşê, kirîza dil, derbas nekê. Çend rojan ew bi vê êş û jana dilê xwe ve jiya jî. Dilê wî yê xemgîn li ber xwe dida ... Li gor gotinan ku desteke hukumeta Surî di mirina wî de hebû, ango wan nexwestin, yan jî ne hêlistin ku bi awayekî aktîf dilê wî derman bikin, da ku wî ew kiriz bikariya derbas bikiriya. Û ez bixwe xweş bawerim ku rastiyek mezin di van gotinan de heye... Ji ber ku dijminên me Kurdan bi hemu reng û awayan di xebitin ku me biêşînin, bindest bikin, bêcek bihêlin û bo vê cendê jî mirina M. Şêxo jî nimuneyek ji hezar nimuneyan e...
Û di 9´ê adara 89´de wî dilê reben, dilkûlê Kurdistanê hew karî li ber xwe bidê û sed mixabin wî dilê birîndar jî çavên xwe bo hertim dada... Gava em îro 8- saliya bîranîna dilevînê Kurdistanê Mihemed Şêxo dinivîsin, emê wek herdem gotin û sîretên wî bo xwe weke cirûskek bo ronîkirina rêya azadiya Kurd û Kurdistanê bibînin. M. Şêxo hertim di dilê me de jiyaye û heta em Kurd hebin jî wê ew hertim bijî jî...
-----------------------------------------------------
le gel rez u silavet
Kurdoduhoki
:uzi: