Dem û Sala Li Hîvîya Te Di Mînim
Bîrhatinêt Kevin Her $ev Li Xo Di Çemînim
Bi Zîvre Yarê Ez Bar Giranim
Bû Evîna Te Rondika Di Barînim
Min Tu Divêiy Delala Min
Hemî $eva Yal Xewnêt Min
Tuiy Rondika Van Çavêt Min
Dê Tu Were Xoşke Dilê Min
Lê Ez Çi Bikem Û Çi Bêjim
Çend Gazîya Ser Xatira Te Li Xodê Ez Bi Xazim
Nizanim Li Ser Kişk Birîna Xo Ez Ne Razim
Moxabin Ew Roj Nehat Xazgîn Bêhên Te Bo Min Bi Xazin
Balê Soz Bît Yarê Ez Te Nehêlim
Xema Nexo Tu Ya Minî
Eger Ne, Dê Dunyayê $êlim
Da Bes $evakê Li Def Te Bi Rînim
Eger Yarê Li Min Û Dunayê Wexer Bît
Ji Evîna Min Û Te Mirin Mefer Bît
Û Axiftîna Babê Te Her Ew Bît
Bila Gola Mina Jînê Her Ya Zer Bît
Zer Bît Ji Gol Û Nêrgiz Û Darêt Çinara
Bila Evîna Min Û Te Bi Bîte Evîna Bin Koçk Û Dîwara
Bi Bîte Ronahiya Berpêt Aþq Û Dûst Û Yara
Dê Navê Me Her Mînît Berza Na Bît Çi Çara
Hozan:Rondik Amêdî