Kîna berê ji dil derîn
Nola pelên jar û zerîn
Êdî were, xanim bese..
Xanim hilo derî veke
Dunya geþ e, herdem yek e
Xeyd û girîn, canim bese..
Xanim were, tarî nema
Tava sibê dayî çema
Gazî neke, bilbil bese..
Bilbil bifir, baxê me da
Aza bijî nêva me da
Wêsan nebe, dilim bese..
Sorgul bide bihna te xweþ
Dagir piyalan, nûþ û nûþ
Ah û keser dîlber bese..
Dîlber çima tu nakenî?
Derkev ji nav zinca genî
Tirsa dilan yarê bese..
Carek binêr yarê li çem
Avê dide bê xeyd û xem
Xeyda dilî yarê bese.. 1976
hozan: CANKURD