http://ciwanhaco.jeeran.com/mehemd%20shexo.jpg
Dengbêj û dilþewitiyê Kurdistanê Mihemed Þêxo... Ev navê he li her derê Kurdistanê bi dilsozî tê bîranîn. Ji ber ku M. Þêxo jiyana xwe tevek bo serxwebûna Kurdistanê borand. Mixabin, wî serê xwe bi kûl û xeman ve danî... Wî Kurdistana xwe ya azad nedît. .. Ev yeke weke birînekê ma di dilê wî de... Heyf û sed mixabin..
Mihemed Þêxo di sala 1948´an de li gundê Xecokê, bajarê Qamiþlo, Kurdistana Suriyê hate dinê. Cû dibistanê, heya sinifê 9´an xwend. Piþtre mala bavê wî cihwarî Qamiþlo bû. Sala 1969´an wî berê xwe da Beyrûdê, Lubnanê, û li wir di Navenda Xwendina Muzîkê de dest bi xwendina muzîkê kir. Li wir, wî bi stranên xwe yên kurdî beþdarî gelek konsertan bû. Sala 1972´an berê xwe didê Qamiþloka xwe û li Rimêlan, li navenda petrolê dest bi kar dikê. Di eynî caxî de M. Þêxo bû serokê Komika Muzîkê. Sala 1974´an M. Þêxo berê xwe didê Kurdistana Iraqê û li ba rehmetiyê Barzaniyê Nemir heya þikestina þoreþê dimînê. Piþtre ew jî mîna hemu Kurdên li wir mecburî derketinê dibê û derbasî Îranê dibê. Li wir ew dibê mamostê zimanê erebî. Ji wir jî dizewicê.
Û sala 1983´an careke din ew divegerê Qamiþloka xwe ya rengîn. M. Þêxo jiyana xwe tevek bi hêviya yekbûna Kurdan, azadkirina Kurd û Kurdistanê borand. Di hemu gotinên stranên wî de felsefeyek Kurdistanî heye. Her gotineke wî dihêlê ku yek bi kûr, dilkûlî û bi evînî li ser rewþ, dîtin û karûbarên me Kurdan bo Kurdistanê biponijê û em ji xwe re, di ber xwe de hem eþkere hem jî di dilê xwe de bigirîn, rondikan (hêsîran) bibarênin...
Bi kurtî di her gotineke M. Þêxo de cirûskek azadiyê, dilopek jiyanê, pêþmergeyek bênav heye...Gotinên wî li ser mirov disidînin ku mirov bibê insaneke pak, Kurdistanî, dilsoz û dilxwazê hevûdu, yên mirovan, mirovatiyê... Ew, di hemû stranên xwe de -cendî ku bi eþkere nagirî- lê ew di dilê xwe de bo me hemû Kurdan digirî, dinalê... Ew xweþ pê dizanê ku em Kurd di ci hal û pergalî de ne. Bo vê yekê jî ev yeke hertim axînek bû bo dilê wî yê birîndar e... Gava yek guhê xwe bidê stranên wî, divê mirov bala xwe bidê ne hema hevoka, meqamê stranê, lê divê yek xweþ bala (dêhna) xwe bidê gotinên wî. Ji ber ku her gotinek wî hevokeke (cumleyeke), rûpeleke, pirtukeke, pirtukin, helbestin...Her gotineke wî Kurdistaneke...
Lê sed mixabin dilsoz û evîndarê Kurdistanê M.Þexo jiyana xwe tev bi feqîrtî, bê peretî; jiyaneke bi kûl û elem derbas kir. Carna nanê rojê di mala wî de nebû û ev yeke bala kesî ne kiþand. Wî alikariyek ji dil û can ji aliyên me Kurdan ve ne wergirt. Hertim mirov digot ...ciqas dengê wî xweþ û þêrîn e, lê belê kesî ne digot ...gelo ma M. Þêxo cawa dijî ?, nanê wî yê rojê heye yan na?. Ez xweþ bawerim ku me Kurdan M.Þêxo gelek fêhim kiriyê, lê belê me li pêþberî wî wezîfa xwe pêk ne aniye? me di aliyê wî de gelek xemsarî, kêmsarî kiriye. Halbûkî wî jiyana xwe tevek bo qenciya me borandiye...
Dilê M. Þêxo di destpêka adara 1989`an de ji hemû kûl û derdan êþa û ew kete di nexweþxana Qamiþloka bavûkalên xwe de... li gor saloxan li wir ew bêguhdarî ma, ango ji qestî alîkariya wî ne hate kirin da ku ew vê dilêþê, kirîza dil, derbas nekê. Çend rojan ew bi vê êþ û jana dilê xwe ve jiya jî. Dilê wî yê xemgîn li ber xwe dida ... Li gor gotinan ku desteke hukumeta Surî di mirina wî de hebû, ango wan nexwestin, yan jî ne hêlistin ku bi awayekî aktîf dilê wî derman bikin, da ku wî ew kiriz bikariya derbas bikiriya. Û ez bixwe xweþ bawerim ku rastiyek mezin di van gotinan de heye... Ji ber ku dijminên me Kurdan bi hemu reng û awayan di xebitin ku me biêþînin, bindest bikin, bêcek bihêlin û bo vê cendê jî mirina M. Þêxo jî nimuneyek ji hezar nimuneyan e...
Û di 9´ê adara 89´de wî dilê reben, dilkûlê Kurdistanê hew karî li ber xwe bidê û sed mixabin wî dilê birîndar jî çavên xwe bo hertim dada... Gava em îro 8- saliya bîranîna dilevînê Kurdistanê Mihemed Þêxo dinivîsin, emê wek herdem gotin û sîretên wî bo xwe weke cirûskek bo ronîkirina rêya azadiya Kurd û Kurdistanê bibînin. M. Þêxo hertim di dilê me de jiyaye û heta em Kurd hebin jî wê ew hertim bijî jî...
http://ciwanhaco.jeeran.com/shexo2.jpg
BY BAYREN18