Dibe ku ev çend xêz bibin pencerek, ku em û zarotiyê hevdu bibînin û hest û bestên xwe bi tilîkan bipelînin .
Di pelandina hest û têgihanên xwe de, rûxweþiyeke pak, bi rûyekî sipî, li peleke sipî bête raxistin, bêyî ku kesek çixareyên xwe li ser vemrînin .
Razîbûna nifþan dê kengî bi þêwazên rêbaz, ramedînin li ser raman û nêrînan.. ? Li ser rûpeleke ku têra hêsrên pênûsê nakin, li hêviya derdê dilekî mezin xwe ranagire .
· Rûpelek
Ji êþên giriyayî
Topraxek ji hêviyên zarotiyê
Himêz dike
Di cîhaneke bê astengî de .
· Giryaneke çiyayî
Di himêza lateke westiyayî de
Wateya hevdîtineke nêzîk
Di nav du zendan de dicivîne .
· Awirek
Ji çavên zarotiyê
Dîwarê astengiyê
Di hindurê dilpakiyê de
Diherifîne .
· Zanyarî
Ger ne strayî be
Bi êþeke giriyayîji
Bo welatekî xembar
Tu kulîlkan nabiþkivîne
Di payizeke hemdem de .
· Evîn
Ku kanîkên wê vexwarîbin
Srogulên wê bînkirîbin
Memikên wê pelandîbin
Tu helbestan na`afirînin .
· Hevdîtin
Xweþe çaxên ku
Heyv bikene
Asîman bigrî
Awir bi`axive .
hozan:Arþevê Oskan